TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê wesayîta koçberan wergeriya: 2 mirî, 22 birîndar

Admin L
Nivîskar
📅 13 mijdar 2020 18:01

PeyamaKurd – Li navçeya Tûşba ya Wanê, di encama qezaya trafîqê de wesayîtek wergeriya û 2 koçberan can dan, 22 koçber jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, wesayîta koçberên bi rêya ne yasayî derbasî Wanê bûne, li ser rêya Ercîşê qeza kir û wergeriya. Di encamê de 2 koçberan can dan, 22 koçber jî birîndan bûn.

Herwiha Koçberên birîndar jî li hin nexweşxaneyên Wanê xistin tedawiyê.

Parve bike: