Kurdistan
Li Xaneqînê teqînek çêbû: Ji malekê 2 kes mirin!
PeyamaKurd- Li Herêma Kurdistanê, li gundekî Xaneqînê teqînek çêbû. Di encama teqînê de ji heman malbatê 2 kes mirin.
Berpirsê PDKê yê navçeya Seîdiyê Amîr Refhet di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku vê sibehê seet li nêzîkî 10:00an li gundê Merdanê yê Xaneqînê mayîneke ku li keviya rê hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna trempêlekê de teqî. Di teqînê de kesekî di trempêlê de û jina wî mir û 2 zarok jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên Amîr Refhet, bi îxtîmaleke mezin, ev mayîn ji aliyê IŞÎDê ve hatiye bicihkirin.
Kesê ku miriye jî endamê partiya YNKê ye.