Kurdistan
Li Xarpetê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Di saetên serê sibê de, li parêzgeha Xarpêtê (Elezîz) ya Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbû.
Resedxaneya Kandîlliyê û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ya Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê diyar kir, erdhej îro di saet 06:31 sibehê de li navçeya Sivîrce ya Xarpêtê çêbûye.
Herwiha ragihand, hêza erdhejê 4 pileyên Rîxter û navenda wê li gundê Doganbagî yê ser bi navçeya Sivîrceyê û di kûrahiya 5 kîlometran li bin erdê de çêbûye.
Tu aliyan heta niha di derbarê zerarên muhtemel ên erdhejê de, tu agahî belav nekirine.