Kurdistan
Li Xarpêtê otomobîl wergeriya: 1 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê otomobîla ku ji kontrola ajotvan derket, li banketê ket û wergeriya. Di encamê de yek kes birîndar bû. Qeza li navendê li Bûlwara Adnan Kahveci çêbû.
Li ser qezayê tîmên tenduristiyê li ciyê qezayê di nav ambûlansê de ajotvan derman kirin.