Kurdistan
Li Xarpêtê sewat derket, zeviyên genim û darên fêkiyan zerarê dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê li gundê Çaqila yê bi ser navenda bajêr, agir bi zeviya genim ket, zerar giha genim û darên fêkiyan. Her weha rezên tirî jî zerarê dîtin. Sedema şewatê nehat zanîn lê di wexteka kurt de şewat fireh bû û giha zeviyên genim, darên fêkiyan û rezên tirî.
Tîmên îtfaiyê gihan ciyê şewatê û xebitîn da agir vemirînin û gundî jî bi derfetên xwe alîkariya wan kirin. Bê ku agir bi malan bikeve, ber li agir hat girtin û niha sarkirina ciyên şewitî dewam dike.
Li dora 500 donum zevî, darên fêkiyan û rez zerarê dîtine.