TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Xurmatû DAISê bombe bi hêzên Iraqê de teqand: 1 kustî, 4 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 01 îlon 2020 17:23

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşa terorîstên DAIŞê ya li gundê Zencîle yê bajarokê Xurmatû yê girêdayî parêzgeha Selahidînê de, leşkerekî Iraqê hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Rêveberê polîsên Xurmatû Hisên Elî ragihandiye ku êrîş şeva borî pêk hatiye û destpêkê çekdaran bi sekvanan êrîş kiriye û pitşre şer di navbera wan û leşkeran de derketiye.

Hisên Elî da xuyakirin, piştre hêzeke artêşê bi hawara wan leşkeran ve çû, lê di rê de mayînek teqiya û di encama teqînê de leşkerek hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Parve bike: