Kurdistan
Li Xurmatûyê êrîsa ser mizgeftê: Muezin û dergevan hatin kustin
PeyamaKurd – Li navçeya Xûrmatû ya Kerkûkê, êrîşe bi ser mizgeftekê de hat kirin ku muezinê mizgeftê û dergevan hatin kuştin.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên ewlekariyê bûyer îro piştî nîvro li demjimêr 15:00 rû daye û hin kesên nenas ên çekdar êrîş birine ser mizgeftê û muezin û dergevanê mizgeftê kuştine.
Li gorî daxuyaniya Berpirsê Asayîşa Xurmatûyê Husên Elî jî dergevanê mizgeftê di wê êrîşê de hatiye kuştin, lê çavkaniyên din dibêjin ku muezin jî di wê êrîşê de can daye.