Li Xurmatuyê ji bo sirûda Kurdî lêpirsîn hat destpêkirin
PeyamaKurd - Li navçeya Xurmatuyê di navbera rêveberiya dibistanê û qeymeqamiyê de ji ber lêdana sirûda neteweyî ya Kurdistanê alozî derket.
Li gorî nûçeya Rûdawê, li Dibistana Seretayî ya Meleviyê ya li Xurmatuyê, alîkarê rêveber sirûda neteweyî ya Kurdistanê lê xistiye û xwendekaran jî alên Kurdistanê hildane destê xwe.
Rêvebera dibistanê ya bi eslê xwe Tirkmen Zeynep Adil da xuyakirin ku sirûd ne li dijî qanûnan e û di dibistanê de ala Iraqê jî hebûye, lê Qeymeqamê Xurmatuyê dema ku sirûd xwendine bûye aciz bûye û xwestiye der barê rêveberiyê de lêpirsîn bê destpêkirin.
Rêveberê Perwerdehiya Kurdî yê Xurmatuyê Tarık Ahmed jî diyar kir ku qeymeqam gefa giliyê xwariye û xwestiye rêveber roja din bide ber lêpirsînê.
Zeynep Adil anî ziman ku ew ji vê lêpirsînê natirse û amade ye ku biçe serî li edaletê bide, her wiha destnîşan kir ku dibistan ciyê cudakariya etnîkî nîne.