Kurdistan
Li xurmatuyê polîsek ji aliyê çekdaran ve hat kustin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Xurmatûyê hejmarek çekdarên nenaskirî bi guleyan êrîşî karmendekî polîsan kiriye û ew kuştiye.
Rêveberê polîsê Xurmatû Eqîd Husên Elî ji re ragihand ku, hejmarek çekdarên nenaskirî li bajarê Xurmatû bi guleyan êrîşî karmendekî polîsan bi navê Ehmed Evdîn kirine û di encam de canê xwe ji dest daye.
Rêveberê polîsê Xurmatûyê da zanîn ku, derbarê wê êrîşê niha polîsan dest bi lêkolînê kirine.