TR KU SO
FB X
Kurdistan

Lice | 5 polîs ji ber îskence û lêdana ciwanê Kurd hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 26 adar 2023 19:38

PeyamaKurd – Di dema pîrozbahiyên Cejna Newrozê de, ciwanekî 14 salî bi navê Y.D li navçeya Lice ya Diyarbekirê, rastî tundî û îşkenceyeke giran a hejmarek polîsan hatibû û piştî belavbûna dîmenan û daxuyaniyên ciwanê Kurd mijar di rojeva Tirkiyê de cî girtibû.

Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê kesên îşkence li wî ciwanê Liceyî kirine, 5 polîs hatine binçavkirin.

Hat gotin ku komîserekî li asayîşa Liceyê peywirdar û 4 polîs hatine binçavkirin û bo dadgehê hatine veguhestin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku her 5 polîs jî ji kar hatine dûrxistin û derbarê wan de lêpirsîna îdarî dest pê kiriye.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren jî da xuyakirin ku 2 polîs li Liceyê 3 jî li Enqerê hatine binçavkirin ku rapor standibûn.

Herwiha ciwanê bi navê Y.D. jî ji bo Fermandariya Cenderme ya Liceyê hatiye bang kirin.

Parve bike: