TR KU SO
FB X
Kurdistan

Macron bi vîrusa koronayê ket

Admin H
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2020 18:42

PeyamaKurd - Koşka Serokomariya Fransayê Elysee, ragihand ku testa Covid-19 ya Serokomar Emmanuel Macron pozîtîf derketiye û bi koronayê ketiye.

Koşka Elysee îro 17ê Kanûnê bi daxuyaniyekê ragihand, testên taybet ên koronayê ji bo serokomarê Fransa Emmanuel Macron hatine kirin û encama wê pozîtîf derketiye.

Herwiha di medya fransî de jî hatiye diyarkirin ku berê nîşaneyên koronayê bi Macron re hebûn lewma test hatiye kirin û encama wê jî pozîtîf derketiye.

Li Fransayê ji destpêka pandemiya koronayê ve 2 milyon û 409 hezar û 62 pêketî hatine tomarkirin, 59 hezar û 361 kes ji wê nexweşiyê mirine û 202 hezar û 540 kes jî baş bûne.

Parve bike: