Macron dawiya salê serdana Kurdistanê dike
PeyamaKurd - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji medya Kurdistanê re ragihand, ew dê dawiya vê salê serdana Iraqê û herêma Kurdistanê bike.
Serokkomarê Fransa li ser pirsa peyamnêrê K24ê ya “Gelo hûnê serdana Serok û Serokwezîrê nû yê herêma Kurdistanê bikin?” got, “Belê plan dikim ku dawiya vê salê serdana Iraqê û herêma Kurdistanê bikim.’’
Fransa wek piştevaneke bihêz a herêma Kurdistanê tê zanîn û têkiliyên Herêma Kurdistanê bi Fransayê re xwedî dîrokekê ne.
Serdana Emmanuel Macron yekem serdana wî ye bo herêma Kurdistanê. Serokkomarê berê François Hollande dema li ser kar bû serdana herêma Kurdistanê kiribû û bi Serok Mesûd Barzanî re civiyabû.
Herwiha qesra serokkomariya Fransayê ya Elysee beriya niha pêşwazî li Serok Barzanî û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê berê Nêçîrvan Barzanî kiribû.