TR KU SO
FB X
Kurdistan

Malbata Senyasar: Tevî her tistî jî em ê dest ji têkosîna xwe bernedin

Admin L
Nivîskar
📅 07 gulan 2022 17:30

PeyamaKurd – Malbata Şenyaşar li ser twitterê diyar kir: “Rêveberiya xerab felaket e. Tevî her tiştî jî em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar) ya li li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin, di roja 425emîn de ye.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê dan zanîn: “Em wek welat di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Rêveberiya xerab felaket e. Em wek welatiyên vî welatî bi fikar in. Tevî her tiştî jî heta ku daxwaza me ya hiqûqî bicih were, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Parve bike: