''Malbatên vegeriyabûn Sengalê ji ber nearambûnê car din aware bûn''
PeyamaKurd – Qaymeqamê Şengalê Mehma Xelîl di derbarê awareyên Şengalê de axivî û diyar kir; hejmareke mezin ji wan malbatên ku vegeriyabûn Şengalê, ji ber nearambûna rewşa ewlehiyê û xerabiya rewşa xizmetguzariyê û gefên çekdarên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) careke din aware bûne.
Li gor Mehma Xelîl ji Şefeq Newsê re daye zanîn: “Vegera awareyan bo navçeya Şengalê û piraniya deverên ser bi wê navçeyê ve, rawestiyaye. Gelek malbatên ku vegeriyabûn jî, careke din reviyan û awareyî deverên din bûne, bi taybetî bo Herêma Kurdistanê, da ku ji gefên PKKê û kiryarên wê xwe biparêzin.”
Di 9ê Cotmeha 2020an de, Hewlêr û Bexda ji bo asayîkirina rewşa Şengalê rêkeftinek kirin. Li gor rêkeftinê, divê rêvebirina navçeya Şengalê ji aliyê îdarî, ewlehî û xizmetguzarî ve, bi awayekî hevbeş bibe û hemû hêz û komên çekdarî yên li wê derê, ji navçeyê derkevin.
Herêma Kurdistanê ji PKKê daxwaz kiriye ku ji Şengalê derkeve, ji ber ku bi hinceta hebûna PKKê, Tirkiye deverên Şengalê bombebaran dike û ev jî rê li ber wê yekê digre ku bi hezaran xelkê deverê vegerin cih û warên xwe. Lê PKK, vê daxwaza Herêma Kurdistanê cîbicî nake û niha jî daxwaza Bexdayê red dike.