‘Mamoste Seîd Yehya medyakarekî dilsozê nistîman bû’
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser wefata rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrê Kurd Seîd Yehya Xetat peyameke serxweşiyê belav kir û tê de wiha got:
“Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîr Seîd Yehya Xetat gihîşt me, Mamosta Seîd Yehya rewşenbîr û medyakarekî dilsozê niştimana xwe bû ku roleke berbiçav di xebata rewşenbîrî û ragihandinê de li serdema şoreşa Eylûl û qonaxên dinê li rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê de hebû û dilsozane erkên xwe bi cîh gihandiye.”
Serok Barzanî di berdewamê serxweşî xwest û wiha pê de çû: “Bi vê helkefta xemgin ve serxweşiyê li we û kesukarên xwedê jêrazî û hunermend û nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê dikim û hevbeşê xema we me. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.”