Kurdistan
Mamosteyên zimanê Kurdî pistî 5 mehan beraet kirin
PeyamaKurd-Li bajarê Wanê bi sedema ku ‘li ser navê rêxistinê’ perwerda zimanê Kurdî dane, hevserokê berê yê rêxistina “Ziman-Çand û lêkolînên Hunerî” Naim Özden, perwerdekar Şevket Acar, Dilber Akın, Mizgin Deniz, Gülsüm Bilge, Ferhan Yeşil û Celal Soğuk bo 5 mehan dadgehê, wan xiste zîndanê û paşî wan berdan. Paşî jî beraet bûn.
Bi sedema ku bi zimanê Kurdî perweya zarokan kiribûn, di sala 2018an de, 7 kes haibûn girtin û li wan doz hatibû vekirin. Dewletê perwerdeya wan bi awayeka neqanûnî binavkiribû.
Şevket Acar ragihandiye ku wan bê sedem di zîndanê de hiştine û di dema perwerdê de tenha tîp, jimar, reng û bo zarokan çi pêwist be wan dane. Tişteka siyasî nedane zarokan.