TR KU SO
FB X
Kurdistan

Marotto: Bi operasyoneke hevpar a ligel Asayîs û HSDê 6 DAISî hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 05 nîsan 2021 22:06

PeyamaKurd – Beredevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand ku di encama operasyona hevpar ya ji hêla Asayîş û HSDê ve tê meşandin de,bi piştgirîya hêza asmanî ya hevpeymaniyê 6 çalakvanên DAIŞê hatine binçavkirin.

Moroto li ser medya civakî ragihand, di operasyonê de 6 çalakvanên DAIŞê li Rojhilatê Dêrazorê hatine binçav kirin û got: “Di têkbirina domdar ya DAIŞê de, tunekirina berpirsiyarên ku erîş û teqînan pêk tînîn DAIŞê bê hêz dike.”

;

Parve bike: