Mazlûm Ebdî bi şanda Sûrîyê re civiya
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, bi şanda hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re rewşa koçberên ji Serêkaniyê û êrîşên li ser karwanê koçberan dema vedigeriyan warê xwe axivî.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi nûnerê Koma Serokomariyê ya şopandina peymana 29ê Çileyê û parêzgarê Dêrazorê Ziyad El Ayîş û Fermandarê Feyeqa 2yemîn Ewad El Casim re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de rewşa koçberên Serêkaniyê yên vedigeriyan warê xwe, êrîşên li ser wan hatine kirine û girîngiya kontrokirina ewlehiyê û parastina sivîlan hat nîqaş kirin.
Herwiha behsa girîngiya hesabpirsîna ji êrîşkaran hate kirin û Ebdî got: "Ez bi pêşwaziya nûnerê serokatiyê birêz Ziyad El Ayîş û Fermandarê Feyleqa 2‘yemîn birêz Ewad El Casim kêfxweş bûm. Di serdanê de me behsa gelek dosya û dozên girîng ên têkildarî ewlehî û istiqrara bajarê Hesekê, çareserkirina êrişên li ser saziyên dewletê, dozên koçberên sivîl, her wiha lezandin û temamkirina entegrasyonê kirin.
Me li ser gelek çareseriyan li hev kir. Me atmosfêreke erênî û gavên cidî ber bi çareserkirina van dosyayan hîs kir ku bikeve xizmeta ewlehî û aramiya Hesekê."