TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mazlûm Ebdî: Em ê vê rojê bikin starta pêngaveke nû

Admin L
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2022 16:57

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ji bo salvegera 10emîn a Şoreşa Rojava peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Parastina deskeftiyên şoreşê û mezinkirina tecrubeya demokratîk, erka me ye. Em ê vê rojê bikin starta pêngaveke nû.”

Di 19ê Tîrmeha sala 2012an de, li bajarên Rojavayê Kurdistanê di serî de gelê Kurd, hemû gelên li herêmê dijîn bi navê “Şoreşa Rojava” dest bi pêngavekê kirin. Bi ragihandina Şoreşa Rojava, li Rojavayê Kurdistanê serdemek nû destpê kir. Bi pêşengiya gelê Kurd pergala Rêveberiya Xweser hat sazkirin.

Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser 10emîn Şoreşa Rojava peyam belav kir û diyar kir: “Di 19 Tîrmehê de gelê me rêgezên jiyaneke nû û azad hilbijart û di oxira parastin û mezinkirina wê de, bi can û jiyana xwe fedekariyek bê hempa raber kir. Di 10emîn salvegera şoreşê de, em hemû pakrewanên ku tevî astengî û dijminan, ev roj bi saya wan hat mezinkirin bibîr tînin û berxwedana gelê xwe silav dikin. Parastina deskeftiyên şoreşê û mezinkirina tecrubeya demokratîk erka me ye, em ê vê rojê bikin starta pêngaveke nû.” 

Parve bike: