Kurdistan
Mazlûm Ebdî: Entegrasyona leşkerî temam bûye, divê mafên Kurdan bên mosogerkirin
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di pîrozbahiyên sedsaliya bajarê Qamişloyê de axivî.
Endî bal kişand ser mafên rewa yên gelê Kurd di paşeroja Sûriyeyê de û diyar kir ku proseya entegrasyonê di warên leşkerî, ewlehî û îdarî de temam bûye.
Ebdî got: "Ez bang li hemû aliyan dikim ku em hewldanên xwe yên siyasî bihêztir bikin da ku mafên gelê Kurd di Destûra Sûriyeyê de bi awayekî fermî bên parastin û misogerkirin."