Kurdistan
Mazlûm Ebdî: HSD û HTSyê li hev kir ku bibin yek artês
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku wan bi serokê hikûmeta demkî ya Şamê, bi Ehmed El Şara re hevdîtin kiriye û li hev kirine ku bibin yek artêş.
Mazlûm Ebdî amaje bi koordînasyona leşkerî ya di navbera HSD û Heyetul Tehrîr Şamê de jî kir û got ku hevdîtinên wan yên dawîn çend roj berê pêk hatine.
Wî di berdewamê de diyar kir, “Me daxwazên xwe anîn ziman û em li benda bersivê ne. HSD dê bibe beşek ji artêşa yekgirtî ya Sûriyeyê.”
Li ser rojeva yekrêziya kurdên Rojavayê Kurdistanê jî anî zimên ku hevdîtinên bi partiyên kurdî re ji bo yekkirina helwêsta Kurdan pêşkêş dikin.