TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mazlûm Ebdî ji bo sandina testên korona spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

Admin H
Nivîskar
📅 12 nîsan 2020 15:17

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî spasî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku test û alavên ji bo tesbîtkirina vîrusa koronayê ji ser Herêma Kurdistanê ji wan re şandine.

Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê spasî û minetdariya xwe bo Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku bilez bersiva wan a alîkariyê daye û jibo têkoşîna dijî nexweşiya Covid-19 testên koronayê ji wan re şandine.

Ebdî herwiha hêvî kir ku alîkarî û piştgiriya zêdetir bo wan bê kirin.

 

Parve bike: