Kurdistan
Mazlûm Kobanî êrîsa ser leskerên Amerîkî sermezar kir!
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, êrîşa milîsên Îranê ya doh li dijî baregeha leşkerî ya li Urdinê ku bû sedema mirina 3 leşkerên Amerîkî şermezar kir û sersaxî ji gelê Amerîkayê re xwest.
Mazlûm Kobanî di daxuyaniya xwe ya li ser platforma Xê de wiha got:
"Em êrîşa li dijî baregeha Amerîkî ya li Urdunê şermezar dikin, ji malbatên leşkerên Amerîkî yên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin. Em hevkariya xwe ya di têkoşîna li dijî terorê de ji kûr ve qîmet dikin û dûbare dikin. Dema ku em balê dikişînin ser dabînkirina aramiya deverên ewle, em bi tundî her hewildanek ji bo bêîstiqrarkirina herêmê an belavkirina pevçûnan red dikin."