Kurdistan
Mehmûdê rizgarkiroxê malbatê dibe hemwelatiyê Tirkiyê
PeyamaKurd- Mehmûd El Osmanê Sûriyeyî, di erdheja Xarpêtê de jin û mêrekî bi xebata xwe ya bi tilî û neynokan ji bin enqazê derxistibû û ji aliyê herkesî de hat hezkirin. Herkes behsa Mehmûd û mêraniya wî û cesareta wî dikir. Li ser wê rizgarkirina jin û mêrekî, îro serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan ragihand ku wê Mehmûd û malbata Mehmûd bikin hemwelatiyê Tirkiyê. Li ser mijara Mehmûd û rizgarkirina jin û mêr, wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca weha got:
“Qedr û qiymetên me û baweriya me tev yek e. Mehmûd û Emîne nîşanî me dan ku mirovahî yek ziman e.”