Kurdistan
Mekke | Heciyê Kurd li umrê wefat kir
PeyamaKurd - Heciyekî Kurd yê xelkê Başûrê Kurdistanê li bajarê Mekke yê Erebistana Siûdî canê xwe ji dest da.
Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Kurdistanê Nebez Îsmaîl li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand, îro 4ê Nîsanê danê sibê heciyekî Kurd bi navê Kenan Cîhad Ebdulrezaq dema bicîhanîna heca umreyê wefat kiriye.
Nebez Îsmaîl da zanîn, heciyê Kurd ku xelkê bajarê Hewlêrê ye, ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest daye.