Kurdistan
Mela Mistefa Mesûd Barzanî bo Dr. Firset Sofî peyamek serxwesiyê belav kir
PeyamaKurd – Nûnerê Serok Barzanî yê Karûbarên Devera Barzan Mela Mistefa Mesûd Barzanî, bo koça dawî ya Parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî peyamek serxweşiyê belav kir.
Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî, ji ber nexweşiya vîrûsa Koronayê piştî mehekê, do koça dawî kir.
Peyama Barzanî wiha ye:
Nûçeya koça dawîn a Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî gelek xembar kirim.
Lewma hevxemiya xwe û serxweşiyê pêşkêşî malbat û kesûkarên wî dikim. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku canê wî bi bihûşta xwe şad bike.