Kurdistan
Mêrdîn | Di malekê de 217 dupisk hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Li bajarê Mêrdînê navçeya Qoserê ya Bakurê Kurdistanê, di encama operasyoneke polîsan de, di jêrzemîna malekê de 217 dupişkên sax hatin desteserkirin.
Polîsan li ser agahî û giliyan bi ser maleke li navçeya Qoserê de girtin û di encama pişkinîna jêrzemîna malê de 217 dupişkên zindî di nav qotiyan de dîtin û dest danîn ser wan.
Derheqê xwediyê malê H.C. de lêpirsîn hat destpêkirin û dupişkên hatibûn dîtin bo Rêveberiya Parastina Xweza û Parkên Millî ser bi Serokatiya Daîreya Jiyana Kovî ya Mêrdînê hatin radest kirin.
Li ser armanca xwedîkirina wan dupişkan di wê malê de, hîn ti agahî nehatine dayîn.