TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesîhiyên Kerkûkê koçî Ewropa û Kurdistanê dikin: Dêr bêdeng mane

Admin H
Nivîskar
📅 27 hezîran 2026 12:01

PeyamaKurd - Li bajarê Kerkûkê yê Kurdistanî ku derveyî îdareya Herêma Kurdistanê maye, ji ber pirsgirêkên giran ên ewlehiyê û astengiyên li pêşiya jiyanê, pêla koçberbûna welatiyên Mesîhî bê navber berdewam dike.

Li Kerkûkê taxên Xirîstiyanan ber bi valabûnê ve diçin û metirsiyeke mezin li ser nasnameya çandî ya bajêr ava peyda bûye.

Herwiha metirsî heye ku dêrên dîrokî yên Kerkûkê di pêşerojê de tenê wekî avahiyên bêdeng anku muzexane bimînin.

Beşeke mezin a malbatan ji bo jiyaneke ewletir bi du awayan koç dikin; hinek ji wan berê xwe didin bajarên Herêma Kurdistanê bi taybetî bajarê Hewlêrê û beşek din jî bi temamî welat bicih dihêlin û diçin Ewropayê.

Keşeyê Dêra Sê Kaniyan a li Kerkûkê Eyad Silêwe, derbarê vê krîza mirovî de amarên nû eşkere kirin û diyar kir ku ji bilî kesên ku çûne derveyî welat, bi qasî 300 heta 400 malbatên Xirîstiyan ên Kerkûkê jî koçî bajarên Herêma Kurdistanê kirine.

Parve bike: