TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî 27emîn salvegera Yekgirtuya Îslamî pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 07 sibat 2021 13:32

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 27emîn salvegera damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, pîrozbahî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi pêwendiyeke telefonî ya ligel Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn, 27emîn salvegera damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn jî spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest, saleke xweştir bi rê bikin û bikaribin bi aştî û yekrêzî xizmetê bikin.

Parve bike: