TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî 73 milyon Dînar ji bo xwendekarên Singalê veqetand

Admin L
Nivîskar
📅 27 hezîran 2022 12:32

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 73 milyon Dînar ji bo xerciya hatûçûna xwendekarên Şingal û derdora wê veqetand.

Li gor Berdevkê Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê Saman Sîweylî diyar kir, dabînkirina vê budceyê ji bo hatûçûna xwendekarên Şingal û derdora wê ye.

Herwiha biryar e îro ezmûnên giştî yên qonaxa 12a ya amadehiyê destpê bikin. Li sînorê Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Duhokê, 667 xwendekarên pola 12 ya amadehiyê yên xelkê Şingalê dikevin ezmûnê û ji vê budceyê parê distînin.

Parve bike: