Mesrûr Barzanî: Armanca Invest Kurdistan ew e ku rehetiyê bide sermayedaran
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasima destpêkirina platforma sermayerazandinê ya serhêl ya Herêma Kurdistanê Invest Kurdistanê de amaje bi wê yekê kir ku ew platform ji bo hêsankirina sermayedarên navxweyî û biyanî hatiye damezrandin.
Mesrûr Barzanî diyar kir, armanca Invest Kurdistan ew e ku proseya sermayerazandinê zêdetir pêşde bibe û asankariyê ji sermayedaran re peyda bike.
Serokwezîr eşkere kir, bi saya platforma navborî veberhêner dikarin bi lez xwe bigihînin zanyariyan li ser derfetên Kurdistanê û got, sektora giştî û sektora taybet hevdu temam dikin.
Serokwezîr anî ziman ku ew di salên borî de di pêvajoyên aborî yên dijwar re derbas bûne û diyar kir, ew di van pêvajoyan de bi ser ketine.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya sektora taybet a Herêma Kurdistanê kir û got, ew kar dikin ku veberhênerên navxweyî û biyanî zêdetir baweriya xwe bi bazara Kurdistanê bînin.
Serokwezîr destnîşan kir, wê di warê dîjîtalîzekirinê de hewlên xwe zêde bikin û diyar kir, xwezaya Herêma Kurdistanê ji bo çandinî, pîşesazî û geştiyariyê guncaw e.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku ew li ser hewlên xwe yên ji bo zêdekirina pirrengiya aborî ya Herêma Kurdistanê berdewam in û got, hêza mirovî sermayeya wan a herî mezin e.
Serokwezî da zanîn, xwezaya Kurdistanê sermayek din a girîng e û got, ev îmkan heye ku bibe navendeke geştiyariyê li tevahiya Rojhilata Navîn.
Serokwezîr bal kişand ser wê yekê, ew çaverê ne budçeya Iraqê bi awayekî adilane û dûrî siyasetê were dabeşkirin û got, hevtêgihîştina wî ya baş ligel serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî heye.