Mesrûr Barzanî: Armanca me ji bo zarokên Kurdistanê perwerdehiya herî bas e
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser perwerdehiya zarokên Kurdistanê ya herî baş a ku daxwaz dikin peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî bi rêya twitterê peyama xwe da û got: “Nêrîna me ji bo Kurdistanê pêkanîna derfeta yeksan û hêza karê perwerdekirî ye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha dibêje: “Pêkanîna sîstema herî baş a perwerdehiyê ji bo zarokên Kurdistanê, beşeke girîng a bernameya me ye.”
Our vision for Kurdistan demands an educated workforce and equal opportunity for all.
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) October 28, 2020
Giving each and every child the best start possible is integral to our reform programme. #StrongerKurdistan pic.twitter.com/xTIPEpDf3P
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di karnameya kabîneya nehem de, ku 10ê Cotmehê li Parlementoya Kurdistanê eşkere kiribû, behsa girîngiya perwerdehiyê kiribû.