TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi emîndarê gistî yê yekitiya zanayên Misliman re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 22 gulan 2021 18:29

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro bi emîndarê giştî yê yekitiya zanayên Misliman Elî Qeredaxî re civiya.

Li gor zanyariyan, di civînê de li ser pêşxistina çanda lîberaltiya ayînî û pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê û rola zanayên ola Îslamî di piştevanîkirina karnameya Hikûmetê ji bo reforman hat kirin.

Herwiha di hevdîtinê de behsa girîngiya yekrêzî û yekhelwestiyê di mijarên niştimanî û çareserkirina arîşeyan de jî hat kirin.

Parve bike: