TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi Mike Pompeo li ser halê Iraqê axifîn

Admin M
Nivîskar
📅 15 sibat 2020 01:38

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munih a Almanyayê ku konferansa ewlehiyê ya 56 emîn lê çêdibe, bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi Mike Pompeo re hevdîtinekî pêkanî. Di hevdîtinê de behsa tekiliyên navbera Hewlêrû Amerîkayê û di pey de her dû alî li ser pêşdeçûnên li Iraqê axifîn.

Barzanî li Munîhê gelek hevdîtinan kir û di dema borî de bi wezîrê enrejiyê yê Amerîkayê bi Dan Brouillette re, bi wezîrê Iraqê yê bergiriyê bi Necah Şemerî û bi serokwezîrê Bûlgaristanê bi Boyko Borisov re hevdîtin kiribû.

Parve bike: