Kurdistan
Mesrur Barzanî bi sanda ji Bexdayê hatibû re civiyan
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, bi şanda hikumeta Herêma Kurdistanê ya ku doh ji Bexdayê hatibû re civiyan.
Şandeke hikumeta Herêma Kurdistanê doh 23yê Mijdarê serdana Bexdayê kiribû û Wezîrê Darayê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cengî, Wezîrê Danûstandinên Bexdayê Xalid Şiwanî, Serokê Dîwana Civata Wezîran Ûmêd Sebah û Sektreterê Civata Wezîran Dr. Amanc Rehîm pêk hatibû.
Li gorî zanyariyan, şanda Kurdistanê di civînên ligel Bexdayê de li ser pişka budçeyê ya Herêma Kurdistanê ya sala 2020an û mijarên aborî û neftê danûstandin kirine.
Tê çaverêkirin ku piştî civîna îro ya Serokwezîr Barzanî ligel şanda Bexdayê civîneke rojnamevanî were lidarxistin.