TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi telfonekî Xefûr Mexmûrî pîroz kir

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 13 mijdar 2023 18:59

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê parvekiriye ku îro di 13ê Mijdara 2023an de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peywendiyeke tilefonî de bi Sikirtêrê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî re, serkeftina karên kongireya şeşê ya partiya wan û hilbijartina wî wekî sekretêrê giştî, lê pîroz kiriye.

Sikirtêrê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê Jî rêz û spasiyên xwe û serkirdetiya partia xwe ji bo pîrozbahî û peywendîkirina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir.

Di 11ê Mijdara 2023an de, Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê, bi dirûşmê “Yekrêzî û Yekdestî û Parastina Destkeftên Gel û Azadî û Serxwebûna Kurdistanê” û bi tevlîbûna 200 endaman, kongireya xwe ya şeşê ya asayî li bajarê Hewlêrê lidarxist.

Di wê kongireyê de, 11 endamên serkirdetiyê û du endamên yedek, ji bilî sikirtêrê giştî, hatin hilbijartin û rêjeya jinan 25-30% hat zêdekirin.

Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat a Kurdistanê li sala 1996ê ji aliyê Xefûr Mexmûrî ve li başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin.

Parve bike: