TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Boykota Parlamentoya Kurdistanê revîna ji berpirsiyariyê ye

Admin H
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2026 17:26

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê, pêwendiyên navbera PDK û YNKê daxuyanî dan û got, "Boykotkirina parlamentoyê bêwefayî ye li hemberî dengê xelkê ye."

Serokwezîr Barzanî rexne li boykotkirina rûniştinan girt û ew wekî “revîna ji berpirsiyariyê” bi nav kir.

Mesrûr Barzanî ragihand: “Em amade ne parlamento were çalakkirin. Ev erk û berpirsiyariyeke nîştimanî ya me hemûyan e, bi taybetî ya wan endamên parlamentoyê ye ku ji aliyê xelkê ve hatine hilbijartin. Heq e ku li hemberî wan dengan xwedî wefa bin û li parlamentoyê amade bibin.”

Serokwezîr Barzanî got: “Heger bixwazin li wir behsa projeyên siyasî jî bikin, ew gotûbêj dikarin li parlamentoyê bên kirin. Lê belê boykotkirina parlamentoyê bi rastî revîna ji berpirsiyariyê ye, bêwefayî ye li hemberî dengê xelkê Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku parlamenter vegerin parlamentoyê û got: “Hêvîdar im her parlamenterek di asta berpirsiyariya xwe de be û parlamentoyê çalak bikin. Em li benda wê ne ku ew birêz careke din vegerin parlamentoyê; ev bila bibe gava yekem ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê û hêvîdar in bibe gavek ji bo pêkanîna hikûmeta dahatû ya Kurdistanê jî.”

Mesrûr Barzanî amadebûna partiya xwe ji bo civîna ligel YNKê anî ziman û got,: “Em li bendê bûn civînek were kirin, lê ji ber hin sedeman hat paşxistin. Ka em bibînin; em li bendê ne û her gava ku ew amade bin, em amade ne di her demekê de vê civînê pêk bînin.”

Parve bike: