TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Cejna Çileya Havînê ya Êzîdiyan pîroz kir

Admin L
Nivîskar
📅 02 tebax 2022 14:00

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê Cejna Çileya Havînê ya Êzîdiyan pîroz kir.

Serokwezîr di peyama xwe de diyar kir: “Ji bo Cejna Çileya Havînê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî xwişk û birayên Êzîdî yên Kurdistan û cîhanê dikim û hêvî dikim di rewşeke aram û ewle de cejna xwe derbas bikin.

Herwiha got: “Bi vê boneya vê rojê careke din dubare dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê karîn û hewlên xwe bo zêdetir xizmet kirina xwişk û birayên Êzîdî û kêm kirina êş û elemên wan bi tevger dike.”

Herî dawî da zanîn: “Cejna çileya havînê pîroz be û hertim di nava xweşiyê de bin.”

Parve bike: