TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Dermanên bi kalîteya bastir bi bihayê guncaw wê werin dabînkirin

Admin L
Nivîskar
📅 07 îlon 2022 12:34

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do li ser twitterê diyar kir, ji bo dabînkirina dermanê baştir ji welatiyan re, hikûmetê ji îro ve dest bi çaksaziyeke bingehîn kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di parvekirina xwe de da zanîn, em bi rêya girêbesta şefaf ve, ji bo welatiyên xwe dermanên bi kalîteya baştir û bi lêçûnên kemtir dabîn dikin.

Mesrûr Barzanî diyar kir, dermanên bi kalîteya baştir bi bihayê guncaw wê werin dabînkirin û ji bo cara yekem tender ji bo dabînkirina dermanan tê ragihandin û bihayên 230 cûre deramn tên destnîşankirin.

Parve bike: