TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de daxwaza tazmînatê kir

Admin İ
Edîtor
📅 04 nîsan 2026 10:16

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneyeya 46emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî peyameke fermî belav kir û daxwaz ji Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku berpirsiyariyên xwe yên yasayî û destûrî li beramberî qurbaniyan bibe serî.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser tawanên dijmirovî yên rejîmên berê yên Iraqê, nemaze rejîma Be'sê, ku bûn sedema şehîdkirin, windakirin û koçberkirina bi zorê ya bi sed hezaran Kurdên Feylî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê hikûmeta federal qereboya (tazmînat) madî û manewî bide şehîd û qurbaniyên Kurdên Feylî, qurbaniyên êrîşên kîmyewî, enfalkiriyan û hemû kesên ku ji aliyê rejîma berê ve hatine çewsandin û milkên wan hatine desteserkirin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku ev yek erkeke destûrî ye û divê êdî mafên qurbaniyan werin dabînkirin. Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêz li ber bîranîn û giyanê pak ê şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê girt.

Parve bike: