Mesrûr Barzanî: Divê di demeka kurt de ser bê qedandin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derçûna xwendevanên zankoyan de xîtabê xwendevanan kir û di mijara operasyona Tirkiyê bo ser Rojava de, endîşeyên xwe anî ziman û weha got:
“Em li dijî her cûre tevgerên şiddetê ne. Tenê di reyên aştiyane û diyalogê de em bawerin ku aramî û îstîqrar bê temînkirin. Kesên ku li rojhilatê Firatê jiyana xwe ji dest dane, bo malbatên wan sersaxiyê dixwazim. Em dixwazin di demeka kurt de şer biqede. Hêviya me ew e ku di rêya aştiyane de pirsgirêk bên çareserkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa têkiliyên Hewlêr û Bexdayê jî kir û got ku bo çareseriya arîşeyan lez dane danûsitendinên bi Bexda re. Barzanî got dema li rewşa der û dorên xwe dinêrin, halê Kurdistanê gelek başe û divê ev rewş bê parastin.