TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Em her binpêkirina serweriya Kurdistanê û Iraqê sermezar dikin

Admin L
Nivîskar
📅 19 îlon 2023 15:11

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşa li ser Balafirxaneya Arbetê de ragihand, ew her binpêkirina serweriya Kurdistan û Iraqê şermezar dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa do bi balafirên bêmirov ên li ser balafirgeha navçeya Erbet a Silêmaniyê de daxuyaniyek da.

Serokwezîr jî êrîş şermezar kir û got:

Bi bûyera Balafirgeha Arbetê em xemgîn in. Divê aliyên pêwendîdar lêkolîneke berfireh bikin da ku bûyer çawa qewimî û rastiyan eşkere bikin.

"Em her karekî neqanûnî ku serweriya Kurdistan û Iraqê binpê bike û gefê li ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê bike, şermezar dikin."

Do li dijî balafirxaneya navçeya Arbet a Silêmaniyê bi balafirên bê mirov êrîşek hat kirin.

 
Parve bike: