TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Em hewl didin ku Herêma Kurdistanê ji şer biparêzin

Admin İ
Edîtor
📅 03 adar 2026 15:25

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro dema vekirina nexweşxaneyeke taybet de li Hewlêrê, gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser rewşa ewlehî û xizmetguzariyê ya herêmê.

Mesrûr Barzanî ragihand ku ew hewlên mezin didin da ku gelê Herêma Kurdistanê ji şerê berdewam ê li navçeyê biparêzin.

"Komên terorîst Hewlêr kirine hedef"

Serokwezîr Barzanî bi tundî êrîşên li ser Hewlêrê şermezar kirin û diyar kir ku "hin komên neqanûnî û terorîst" paytexta herêmê kirine hedefa xwe. Mesrûr Barzanî bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku berpirsiyariya xwe bîne cih, van "terorîstan" rawestîne û nehêle ku axa Herêma Kurdistanê bibe qada êrîşan.

Êrîşên li ser enejiyê û pirsgirêka elektrîkê 

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku êrîşên li ser zeviyên petrol û gazê bûne sedema kêmbûna hilberîna elektrîkê. Wî diyar kir ku ji ber rewşa şer û parastina berheman, hin şirketan hilberîna xwe kêm kiriye, lê tekez kir ku ev rewş demkî ye. Serokwezîr careke din soza dabînkirina elektrîka 24 saetan nû kir û got ku ew li ser projeyên xwe berdewam in.

Mûçe û banga sebrê li xelkê 

Derbarê pirsgirêka mûçeyan de, Mesrûr Barzanî eşkere kir ku peywendiyên wan bi Bexdayê re ji bo çareseriyeke bingehîn berdewam dikin.

Parve bike: