Mesrûr Barzanî: Fikarên me ji bo 'Kurdên Rojava' hene
PeyamaKurd – Şêwirmendê Encûmena Asayîşa herêma Kurdistanê û namzedê seroktiya kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li Hewlêrê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu hevdîtinek pêk anî.
Pleased to see @MevlutCavusoglu in Erbil — Candid talks on bilateral relations and security challenges in Iraq and Syria, including ongoing ISIS threat. I welcomed improved ties and trade with Kurdistan Region and Iraq. Readout: https://t.co/wsfleY2C23 pic.twitter.com/Al14ILnS8y
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) 29 Nisan 2019
Li gorî zanyariyên jêderên nêzîkî Mesûr Barzanî, di hevdîtinê de ji bilî mijarên herêmî û xurtkirina pêwendiyên Hewlêr û Enqerê, mijara rewşa kurdên Rojavayê Kurdistanê jî hatiye rojevê.
Hat diyarkirin ku Barzanî di civînê de ji Mevlut Çavuşoglu re behsa dahatuya gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê kiriye û fikarên xwe li ser rewşa wan aniye ziman.
Herwiha Barzanî ji Çavuşoglu xwestiye ji bo pêşxistina aştiyê ji bo tevahiya gelên Sûriyê alîkar bibin.