TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: ISID ji xala 140 ê derfetan dibîne û êrîs dike

Admin M
Nivîskar
📅 02 gulan 2021 02:40

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa İŞİD ê peyamekî belav û bo şehîdên Pêşemrge sersaxiyê xwest. Barzanî weha got:

“Mixabin şeva borî di encama êrîşa terorîstên DAIŞ ê de bo ser Hêza Pêşmerge li Pirdê, çend Pêşmerge şehîd û birîndar bûn. Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan dikim û hevbeşê xema wan im, ez hêviya başbûnê bo birîndaran dixwazim.

DAIŞ careke din xwe bi rêk dixe, gef û metirsiyeke rasteqîneyên li çend navçeyên Iraqê, bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêvebiriya Herêma Kurdistanê ku sûdê ji valahiyên ewlekariyê dibîne. Ji ber wê em tekezî li ser cîbicîkirina hevahengiya ewlekariyê di navbera Artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge de dikin.

Herweha berdewambûna rahênan û hevkarîkirina Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî. Bo têkşikandina yekcarî ya DAIŞê û nemana gef û metirsiyan bo ser ewlekariya Kurdistan û Iraqê bi giştî, mana wan li Iraqê bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞ ê bi giring û pêwîst dizanin.”

Parve bike: