Kurdistan
Mesrûr Barzanî ji ber qezaya li Îmaratê peyamek sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber bûyera trafîkê ya mîrgeyên li Emîratiya Fuceyreyê ku tê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan, peyamek sersaxiyê arasteyî rêveberî, hikûmet û gelê Mirîşên Erebî yên Yekbûyî (Îmaratê) kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê torên civakî de hevxemiya xwe ya kûr anî ziman û ji Xwedayê Mezin daxwaz kir ku miriyan bi rehma xwe şa bike, ji birîndaran re şîfaya lezgîn û ji malbatên wan re jî sebir û hedarê bide.