TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî li Davosê bi hejmarek wezîrên Îmaratê re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 25 gulan 2022 12:29

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Davosê bi hejmarek wezîrên Îmaratê re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî do Sêşemê 24ê Gulana 2022yan li Davosê, bi Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran ê Îmaratê Mihemed Ebdullah Qirqawî, Wezîrê Aboriyê yê Îmaratê Ebdullah Bin Toq û Wezîrê Bazirganiya Derve yê Îmaratê Sanî El Ziyûdî re civiya.

Hat zanîn ku di civînê de li ser pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê gotûbêj hat kirin, bi taybetî di warên aborî, bazirganî, veberhênan, pêşvebirina şiyanên mirovî û hikûmeta elektronîk de.

Parve bike: