TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî li ser sewitandina Quranê peyamek belav kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 hezîran 2023 20:17

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Hezîranê bi peyamekê şewitandina Quranê li paytexta Swêdê Stockolmê ku doh di roja yekem a Cejna Qurbanê de ji aliyê welatiyekî iraqî ve li ber mizgeftekê ew çalakî hatibû kirin, şermezar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ez şewitandina Qurana pîroz şermezar dikim. Daxwaz dikim ku li her derê, rêz li hemû kitêbên pîroz yên asmanî were girtin û rê li ber têkdana pêkvejiyanê were girtin.”

— Masrour Barzani (@masrourbarzani) June 29, 2023

Hêjayî bibîrxistinê ye, çalakiya şewitandina Quranê piştî destûra polîsê Swêde hatibû kirin û welatiyê Iraqî yê bi navê Salwan Momika yê 37 salî li ber mizgefteke bajarê Stockholmê Quran şewitandibû.

Parve bike: