Kurdistan
Mesrûr Barzanî ligel dîplomat û nûnerên welatan û Neteweyên Yekbûyî civiya: Biryarên Bexdayê nedestûrî ne û em red dikin
PeyamaKurd -
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyoz, konsulên giştî, şand û dîplomatên welatan û nûnerên ajansên Neteweyên Yekbûyî yên li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de ronahî xiste ser pêşhatên dawî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku piştî sala 2003an sîstema siyasî ya Iraqê li ser bingeha federalîzmê hat avakirin û Herêma Kurdistanê li gorî destûrê qewareyeke destûrî û yasayî ye, lê biryarbidesthilatên li Bexdayê baweriya xwe bi federalîzmê naynin û dixwazin bi aqilîyeteke navendî li hemberî Herêma Kurdistanê tevbigerin û mafên gelê Kurdistanê binpê bikin.
Xalên sereke yên axaftina Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
- Cîbicîkirina destûrê û madeya 140î: Tekez kir ku divê destûr wekî xwe bê cîbicîkirin, ne tenê madeyên ku di berjewendiya wan de ne; madeyên wekî madeya 140î ku bi salan e nehatiye cîbicîkirin hatine paşguhkirin û rewşa awarte ya Kerkûk û navçeyên din ên kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê asayî nebûye.
- Redkirina biryarên dawî: Da zanîn ku pirsgirêka gelê Kurdistanê ligel Bexdayê ne tenê mûçe û bûdce ye, belkî maf, doza rewa û rûmet û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye. Ragihand ku rêkar û biryarên dawî yên ku bi navê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê li dijî mafên destûrî yên gelê Kurdistanê hatine derxistin nedestûrî ne û wan red dikin.
- Têkoşîna li dijî gendelî û çekên bêdestûr: Got ku ew li gel jinavbirina gendelî û dizîna samanên sirûştî yên li seranserê Iraqê ne û amade ne ji bo her cure hevkariyê, lê nabe bi hinceta rûbirûbûna gendeliyê hewla binpêkirina mafên gelê Kurdistanê û têkbirina qewareya Herêma Kurdistanê bê dayîn. Tekez kir: "Eger bi rastî mebesta wan serweriya yasayê be, Iraq tijî gendelî, dizî û çekên bêdestûr e; bila wan ji holê rakin."
- Parastina mafan û diyalog: Destnîşan kir ku gelê Kurdistanê bi hemû hêza xwe berevaniyê li mafên xwe yên destûrî dike û bi ti awayî dest ji wan bernade, di heman demê de amadehiya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya gotûbêj û danûstandinê anî zimên.