Kurdistan
Mesrûr Barzanî Mewlûda Pêxember pîroz kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed peyameke pîrozbahiyê belav kir û cejna Mewlûdê li hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hêvî xwest ku ev salvegera pîroz bibe sedema kûrkirina zêdetir a çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de.
Her wiha Serokê Hikûmetê destnîşan kir ku ev bîranîn bibe sedema geşkirina biratî, aştî û tebayiyê di navbera hemû gelên cîhanê de.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
25.08.2026